Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 30 peyam
danok - tirşik
danok
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wexta zarok nû didanan derdixin jê re danokan çêdikin. Genim û nokan dikelînin hinek ava firingiyan û cehtirî jî tevlî dikin û mîna fasûlî çêdikin didin merî û cîranên xwe yê hatine danokên zarok. Îca berî xwarinê seramoniyek he ye. Çîtek davêjin ser serê zarok û hinek genim bi serî da dikin. Yekî didanxweşik genimê li ser serê zarok dimîne bi didanên xwe datîne û piştre vî genima di deziyek re dikin bi serê zarok ve girêdidin. Pênûs, meqes û şeh, tiştek zêrîn û elîfbayek datînin ber zarok; berê dade kîjanê li gorî wê pîşeyê wê diyar dikin. Heke dade pênûsê wê bibe xwendekar, dade meqes ya jî şeh wê bibe berber, dade zêr wê bibe zêrker û dade elîfbayê jî wê bibe mele. Danokan, ji ber ku dema zarok didanan derdixin didanên wa dêşin û dixurin, ji bo êş û xura didanên wa derbas bibe çêdikin. Gotina 'heke diya me zaniba didanên me çiqas dêşe wê darê dolaba xwe bida bin (agirê)danokan me' ji bo hal û ehwalê didanên zarokan nîşan bide tê bikaranîn.



05.05.2015 20:13 ~20:35 | şêxê bêserî

2. min go ka ev sernivîs çîye em xerzanin botanin serhedîne çi keratîne mixabin ez nizanim lê em farqînî dibên dehnûk û nok



05.05.2015 20:22 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
murat bektaş [1]
Li serê zêde agahî tune ne û ecêb e di tirşikê de sernavek jê rw nehat...
ruşen çakır [1]
Hem di malpera xwe ya şexsî û hem jî di kanala medyascope de w...
xeste [1]
peyveka farsî ye û bi wateya birîndarê tê. ji lêkera farsî (stur: xest...
xeste [2]
Peyveka bi eslê xwe kurdî/îranî ye. Derbasê tirkî jî bûye. bi kurd...
şivan perwer vs ciwan haco [1]
ji bo gîtarvan an tembûrvanan dibêjim: Ger cîhê ku lê stran dibêjî ...
belki ev jî bala te bikişînin
» danok

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî